Îsraîl wê heta Çemê Litani yê Lubnanê dagir bike!
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku li Başûrê Lubnanê wê artêş heta Çemê Litani "herêmeke ewlekariyê" ji aliyê leşkerî ve kontrol bike.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku li Başûrê Lubnanê wê artêş heta Çemê Litani "herêmeke ewlekariyê" ji aliyê leşkerî ve kontrol bike.
Îsraîl xwe amade dike ku qada dagirkirî ya li Lubnanê berfireh bike. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz roja Sêşemê daxuyaniyek da û anî ziman ku artêş wê li nava xaka Lubnanê herêmeke tampon ava bike û heta Çemê Litani qadê bi temamî ji aliyê leşkerî ve kontrol bike.
Li gorî daxuyaniya Katz, artêşa Îsraîlê piştî operasyonan wê li "herêma ewlekariyê" ya li başûrê Lubnanê bi rengekî mayinde bi cih bibe. Ev herêm bi qasî 40 kîlometreyî di nava Xeta Şîn de ye ku weke xeta sînor a navbera Îsraîl û Lubnanê tê zanîn.
VEGERA ZÊDEYÎ 600 HEZAR KESÎ WÊ BÊ QEDEXEKIRIN
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê anî zima ku zêdeyî 600 hezar kes ji şêniyên Başûrê Lubnanê yên beriya niha ber bi bakur ve hatin veguhestin, vegera wan a li başûrê Litani wê bi temamî bê qedexekirin.
Katz her wiha diyar kir ku malên li gundên Lubnanê yên nêzî xeta sînor wê bi temamî bêne hilweşandin û ev yek wê li gorî modela Refah û Beyt Hanun a li Xezeyê bê kirin.
Vê daxuyaniya Îsraîlê fikar zêde kirin ku li Başûrê Lubnanê dagirkeriyeke demdirêj bike. Îsraîlê di sala 1982'an de Başûrê Lubnanê dagir kiribû û heta sala 2000'î hêzên xwe yên leşkerî lê hiştibû.